BI XÊR HATIN FIREFOXÊ
Ji bo ceribandina cudahiya firefoxê amade yî? Li vê, ji bo destpêkirinê çend pend & huner hene.
Vê nivîsara xweşik bixwîne
Motorên lêgerînê lê zêde bike
Me çend hin malperên lêgerînê yên populer xistine Şiva Lêgerînê ya li quncika jor-rastaê, lê heke tu hez bikî, dikarî bi hezaran malperên lêgerînê lê zêde bikî. Hin ên populer ev in:
- A9 Search Motoreke lêgerînê ya populer (ji Amazon)
- IMDB Danegira Fîlman a Internetê (The Internet Movie Database)
- Merriam-Webster Di ferhengê de li dinyayekê bigere
- Wikipedia Tiştekî seyr; ensîklopediyeke azad a internetî
Bijareyên Zindî
Bi teknolojiya Bijareyên Zindî yê Firefoxê dikarî sernavên nûçeyên RSS'yî bibînî û van nûçeyên RSS'yî ji şiva amûran a bijareyan an jî ji menuya bijareyan bixwînî. Bi çavlêgerandinek û lezgînî sernavên nûçeyên dawî yên malperên ku jê hez dikî bibîne. Rasterast here gotarên ku bala te dikişînin — bila dema te ji te re bimîne.
Gerîna Bihilfirîn
Bi gerîna bihilfirîn li ser internetê bileztir û çêtir bigere. Malper di heman paceya gerokê de lê di 'hilfirîn' ên cuda de tên barkirin û bi vê yekê dikarî di nava malperan de hêsantir bigerî. Gerîna bihilkfirîn ji bo xwendina nûçeyan û ji bo rakirina encamên lêgerînan gelek baş e..
Bi Dosye > Hilfirîneke Nû an jî li ser klavyeya xwe bi Ctrl+T 'yê bitikîne. Ji bo ku girêdaneke di malper an jî rûpelekê de di hilfirînekê de vekî, bi mişkî rast bitikîne û "Girêdanê di hilfirîneke nû de veke" hilbijêre an jî tenê topika navîn a mişkî li ser girêdanê bitikîne.
Her wiha dikarî hemû malperên ku hez ji wan dikî bi tikandinekê bar bikî. Hemû malperên xwe yên ku ji wan hez dikî (an jî malperên ku her roj serî li wan didî) têxe bijareyan û di nava peldankekê de bicî bike. Hilbijartina 'Di Hilfirînan de Veke' a di nava bijareyan de hyemû malperên te yên ku ji wan hez dikî, di carekê de bar dike — bila dema te ji te re bimîne.