Piştgirîdana Mozilla Europe û Projeya Mozillayê
Her kes dikare piştgirî bide Mozillayê Tu dikarî wekî kes, şirket, rêvebir an jî zanîngeh, bi gelek riyan piştgiriyê bidî:
Ji bo kesan: endambûn an jî bexşkirin
Tu dikarî bexşeke biçûk bikî û endambûna xwe ji bo Mozilla Europeyê çêkî. Dema ku tu têketiyê tu yê wekî nîşaneya bexşkirinê T-shirteke giranbuha ku tenê ji bo Endamên Mozilla Europeyê tên çêkirin bistînî.
Heke bixwazî ji bo pêşketin û belavbûna geroka Mozilla û berhemên wê alîkarî bidî Mozilla Europeyê, ji kerema xwe re çekekê (bi Euro) ji navnîşana me re bişeyne:
Mozilla Europe28 rue Viala
75015 PARIS
FRANCE
Heke endambûkeke te ya Paypalê hebe dikarî ji bo Mozilla Europeyê di şandina hinek pere de bikar bînî.
Her wiha em te ji bo bexşa ji bo Saziya Mozillayê ya li gorî bingehên Dewletên Yekbûyî wêrek dikin.
Ji bo şirket û rêvebiran
Şirket û rêvebir dikarin ji bo desteka fînansekirina hêza Mozilla Europeyê bi riya e-peyamê xwe bigihînin me: corporate-sponsor@mozilla-europe.org.
Ji bo Zanîngeh û dibistanên endezyarî
Destekdarên-xwendekar ên berê di projeya Mozillayê de di ceribandinên perwerdehî yên hêja de gihîştin. Past student-contributors to the Mozilla project have developed an invaluable educational experience. Mozilla Europe dixwaze bi Zanîngeh, Dibistanên endezyarî û perwerdegehên din ên ku derbarê komputerê de perwerdehî dikin re kar bimeşîne û (li gorî daxwaza xwendekaran) xwendekarên wan di dema perwerdehiyê de piştgirî bidin projeya Mozillayê. Mamoste û xwendekarên Zanîngeh, Dibistanên endezyarî û perwerdegehên din ên ku derbarê komputerê de perwerdehî didin, dikarin bi riya e-peyamê, bi Mozilla Europeyê re têkevin têkiliyê: academia@mozilla-europe.org
Ji bo şirket û rêvebiran
Şirket û rêvebir dikarin ji bo desteka fînansekirina hêza Mozilla Europeyê bi riya e-peyamê xwe bigihînin me: partners@mozilla.org.
Ji bo Zanîngeh û dibistanên endezyarî
Destekdarên-xwendekar ên berê di projeya Mozillayê de di ceribandinên perwerdehî yên hêja de gihîştin. Past student-contributors to the Mozilla project have developed an invaluable educational experience. Mozilla Europe dixwaze bi Zanîngeh, Dibistanên endezyarî û perwerdegehên din ên ku derbarê komputerê de perwerdehî dikin re kar bimeşîne û (li gorî daxwaza xwendekaran) xwendekarên wan di dema perwerdehiyê de piştgirî bidin projeya Mozillayê. Mamoste û xwendekarên Zanîngeh, Dibistanên endezyarî û perwerdegehên din ên ku derbarê komputerê de perwerdehî didin, dikarin bi riya e-peyamê, bi Mozilla Europeyê re têkevin têkiliyê: partners@mozilla.org
Koma Wergerên Kurdî
Tevlî koma Wergerên Kurdî bibe. Koma herêmîkirinê her tim li kesên ku dikarin ji bo herêmîkirina nivîsbarî û malpera Mozillayê bidil alîkarî bidin me, digere. Heke bixwazî zêdetir agahîş bistînî, ji navnîşana bla@blabla.com re e-peyamekê bişîne.
Riyên din ku dikarî pê Piştgirî bidî projeya Mozillayê
Heke tu îngilîzî dizanibî û bixwazî riyên din ên piştgirîdanê yên ji bo Mozillayê, yên wekî firotin an jî ceribandina nivîsbariya me, hîn bibî, ji kerema xwe re serî li malpera Mozilla.org bide.