Derbarê Mozilla Firefoxê De
Mozilla Firefox ku her kes derbarê wê de dipeyive, gerokeke ku çavkaniya wê vekiriye. Firefox ji hêla projeya Mozillayê ve hatiye afirandin, gerdûnîbûn, bêperebûn, hêza ji çavkaniya vekirî tê bi hezaran kesan dike hezkiriyê Fırefoxê. Armanca Fırefoxê ew e ku hilbijartin û nûbûnên li ser Internetê biparêze. Destekên sazbûyî yên ji bo Firefoxê ji hêla Mozilla Foundation (li Dewletên Yekbûyî), Mozilla Europe û Mozilla Japan ve hatine peydakirin.
Derbarê Mozilla Europe De
Mozilla Europe sazbûneke bêpere ye û li Parîsê li ser karên ku li jêr xal bi xal hatiye diyarkirin, hatiye bingehkirin:
- Ji bo pêşdebirina Mozilla û berhemêm jê hatine afirandin ku li tevahiya Ewropayê belav bûne, tevlî komên xwecihî, herêmî û neteweyî yên Mozillayê bibe;
- Pêşdebirên azad ên wêrek, zanîngeh, şirket û rêvebir bi çêkirina kodên vekirî an jî bexşan destekê didin projeya Mozillayê.;
- Zêdebûna bikaranîna geroka Mozillayê û alîkariyên berhemkirin û bexşkirinên ji bo servîsan divê li gorî ristekê bên çeperkirin.
Derbarê Wergerên Kurdî De
Weşandina Kurdî ya Mozilla Firefoxê ji hêla Wergerên Kurdî û koma Wergerên Kurdî ve hatiye afirandin. Koma Wergerên Kurdî ji bidilan pêk tê û ev wergêr Firefoxê ji bo bikarhênerên Kurdî dikin herêmî.